Her çendî vegera Kobaniyê û gundên wê daxwaz û hêviya her penaberekî/ê ye lê di dema nêzîk de metirsî hîn li darin û her kes nikare vegere mal û șûnên xwe. hîn gelek mal bumbekirî ne, gelek termên miriyan têne dîtin û wêranî jî berfereh e.
Sernivîserê malpera welatî nêt li Kobaniyê rêzdar Zara Misto ku li ser sînorê di navbera Kobaniyê û Tirkiyê dimîne, ji Dengê Amerîka re rewș û rûdanên dawî li bajêr û derdora wî ragihandin û ronî da ser rewșa niha ya penaberên Kurd li Tirkiyê.
Misto her wiha bal kișand ser kampa herî mezin ku hikûmeta Tirkiyê avakirî û got ta niha tenê 5,200 penaber derbasî evê kampê bûne û sedem jî ewe ku gelek bend û merc hatine danîn ji bo mayîna li wir.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5