Di serdana xwe de bo serokê Frensa Franciois Hollande șandê Partriya Yekîtiya Demuqrat (PYD) bala wî kișand ser berxwedana șervanên Kurd dijî çekdarên Daiș û serkeftina Kurdan li bajarê Kobaniyê û derdora wê.
Serkirdeya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Nesrîn Ebdela ku yek ji andamên șandê bû, di hevpeyvînekê de, ji Dengê Amerîka re ronî da ser evê kombûnê û babetên lê hatî guftûgo kirin û her wiha rola jina Kurd di șerê dijî gurûpa terorîst Daiș de.
Ebdela di hevpeyvînê de bal kișand ser kuștina hemwelatiya Amerîkî Kayla Mueller û got kuștina wê diyar dike Daiș çiqas hovin û wan çi bawerî bi mirovatiyê nîne.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5