Idrîs Ne'san: Li Kobaniyê Çi Şer Di Navbera Kurdan û 'Ereban de Nîne

Idrîs Ne'san

Bêhtirî 200 gundên Kobaniyê ta vê gavê hatine rizgarkirin ji çeteyên Daiș û piroseya rizgarkirina gundên mayî berdewame li gor berpirs û serkirdeyên Kurd li Kobaniyê û derdora wê.

Cîgirê serokê desteya karûbarên derve li Kantona Kobaniyê rêzdar Idrîs Ne’san, ji Dengê Amerîka re re ronî da dawîtirîn pêvajoyên heyî li gundên Kobaniyê û banga xelkê penaber kir ku zûzû derbasî gundan nebin çimkî li gor wî hîn gelek metirsî hene ku ew rastî bumbe û bermayên çekên Daiș bin.

Ne’san her wiha bal kișand ser xelkê ‘Ereb li derdora wan gundan û got șervanên Kurd dê çi ziyanê negihînin wan, tenê kesên dest bixwîn û gunehkar dê bêne cezakirin .

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Idrîs Ne'san SW 2_11_15