Di pêșketin û bidestxistina qezencan de di dîroka her miletekî de yekîtî roleke serke dilîzî û dibe hokar ku ew milet gavên berbiçav bavêje ber bi gerantîkirina mafê hemwelatiyên xwe û parastina wan û dabîn kirina hemi cûreyên xizmetan ji bo wan.
Ev pêdivî, pêdiviya yekbûnê bihêztir dibe dema ku ev milet hatibe dabeșkirin û çi derfetên siyasî jêre nehatibin danîn ku deshilatdariya xwe bi xwe bike, wek milletê Kurd.
Û bê guman dema em behsa rewșa Kurdên Sûriyê bikin dê ev yekîtiya han bibe riya tek û tenê ji bo xelkê Kurd karibe xwe ji gerîneka șerekî navxweyî biparêze li welkatekî ku her aliyêk hewil dide aliyê din têk bibe da ew bi serkeve.
Kurdên Sûriyê hewil dan ku șiyanên xwe kom kin û yekîtiyeke siyasî di navbera tevgera xwe de damezrînin lê gelek nakokî di çarçoyeya wan de derketin holê û bûn sedema ku ew ta niha jî nikaribin karekî berbiçav an deskeftekê ji bo xelkê kurd wek tevgereke yekgirtî qezenc kin.
Lêvegera siyasî ta kîjan astê dikarê evê daxwazê pêkbînin û gelo ewe çarçoweya ku xelkê Kurd li hêviyê bû.
Çima ew behsa niwêneratî û û șûnan behtirî pirsgirêk û pêdivên xelkê dikin?
Çima lîstika kursiyan bêhtir bala wan dikșîne?
Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna du mîvanan ronî dide ser evê babetê bi giștî:
Sikirtêre Pariya Demuqrata kurdî li Sûriyê ( Elpartî) rêzdar Nesredîn Îbrahîm ku li Qamîșlo dimîne û endamê serkirde yên Partî demuqratî kurdistanî Sûriyê (PDK-S) rêzdar Kawa Azîzî ku li Hewlêr dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li dirêjiya Bernameyê, faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5