Herçendî Daiș wekû rêxisteneke terorîst têne nasîn ji aliyê piraniya cîhanê de û ji aliyê pareke mezin ji rêber û șarezayên ola Îslamê ve, lê çi xwepêșandan li welatên misilmanan bi awakî așkere û berbiçav li dijî rêbaz û baweriyên evê gurûpê dernakevin.
Mamosteyê zanîngeha geșepêdana mirovî li Silêmaniyê , ‘Elaiddîn Cengo ji Dengê Amerîka re ev yek vegerand bo siyaseta du alî ya ku cîhana Îslamî bikar tîne û got:
“Cîhana Îslamî dîktatorên ne misilman napejirînin, lê yên misilman dipejirînin û li dijî wan xwepêșandanan nakin.”
Cengo her wiha bal kișnand ser civaka Kurd û giringî da perwerdekirinê di nehêștina tevlîbûna ciwanên Kurd bo Daiș.
Ji bo guhdarîkirina li vê hevpeyvînê, faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5