Li dirêjiya bêhtirî çar mehan ji șerê șervanên Kurd û çekdarên Daiș, jimareke mezin ji xelkê sivîl di hindirê bajarê Kobaniyê de man û derbasî aliyê Tirkiyê nebûn. Ew rastî gelek zehmetî û dijwariyên jiyanê hatin û her wiha wan di bin topên Daiș û bumbebarana firokên Hevalbendiya navnetwî de șev û rojên xwe bi tirs derbas dikirin.
Baran Misko ku rojnamevane û di nav wan kesên sivîl de bû, ji Dengê Amerîka re rewșa xwe û keșên mayî li dirêjiya evan çar mehan șîrove kir û got, me rojin pir asê û dijwar dîtin û pir caran em bê xwarin radiziyan.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvîne, faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5