Çalakvanên Twitter û Facebook nûçeyek belav kirin, tê de rikberê Sûrî Bessam Ci’ara li ser rûpela xwe, gefeyan arasteyî hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Mislim kiriye û gotiye, eger cîhan hemî jî alîkariya wî, anku Mislim, bike ewê bête tunekirin.
Hevserokê PYD Salih Mislim di vê derbarê de di hevpeyvînekê de ji Dengê Amerîka re ragihand ku kes nikare xebata miletekî bi gefan rawestîne û got, tiștê seyr ew e ku Bessam Ci’are ne Misilman e û piștgiriya Daiș dike.
Mislim her wiha bal kișand ser kombûna pêșbîn a dawiya vê mehê li Mosko û ew wekû pêșankirin û nêzîkkirina nerînên aliyên beșdar anî ziman. Birêz Mislim dupat kir ku ew hatiye vexwendin û ewê beșdar be.
Hevserokê PYD ku nuha li Cinêvayê dimîne, got ku kesên êrîş li Parîsê pêk anîne, xwestin ku dostên gelê Kurd bikujin.
Di dirêjiya hevpeyvînê de Mislim ronî da ser gelek babet û mijarên din yên girêdayî rojevê.
Ji bo guhdarîkirina hevpeyvînê, faylê deng veke.
Your browser doesn’t support HTML5