Ji bilî aliyên fermî û dezgehên hikûmî, gelek komele û rêxistinên xêrxwazî hewil didin ku pêdiviyên penaberên Sûrî li Libnan dabîn bikin lê gelek caran ew li beramber jimara wan a pir û pêdiviyên wan bi ser na kevin.
Serokê Komeleya xêrxwaziya Kurdî li Libnan, Behaiddîn Hesen, ji Dengê Amerîka re ronî da ser rewșa wan li Libnan û got, penaber baca nakokiyên siyasî didin û dibin qurbanên hatnepaliya xwe ya siyasî û ayînî.”
Hesen her wiha bal kișan ser rewșa penaberên Kurd li wir û pêwîstiya ku ew bêne himbêz kirin ji aliyê dezgeh û maldarên Kurd de.
Ji bo guhdarîkirina li vê hevpeyvînê, faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5