Çeko Mihemed: Bi Hezaran Penaber li Lubnan Rastî Metirsiya Mirina Bin Berfê de ne

Çeko Mihemed

Herçendî rewșa penaberên Sûrî li Lubnan berê dijware û pêdiviyên jiyanê ji wan kêm in, ev pêla berfê ya van du sê rojên dawiyê rewșa wan têk bir û bû sedema mirina jimarek penaber di bin berf û sermê de.

Çalakvanê Kurdê Sûrî Çeko Mihemed ku li Beyrût dimîne û bi xwe jî penabere li wir, ji Dengê Amerîka re rewșa xerab a penaberan șîrove kir.

Mihemed daxwaz li hemi rêxistên xêrxwazî û aliyên xemxur kir ku bi banga wan herin û bi sed hezaran penaberên di bin berfê de mayî rizgar kin.

Mihemed herwiha ragihand ku gelek konên penaberan di bin berfê de ne xuya ne û pêwendî bi gelekan re qut bûne.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Çeko Mihemed SW 1_8_15