Di çarçoweya çalakiyên piștgiriyê de ji bo qurbaniyên Charlie Hebdo, hejmarek mezin ji hemwelatiyên Fransî xwepêșandanek li bararê Toulouse li darxistin û bi durișmên çûrbecûr ew kiryara terorîst protesto kirin.
Siyasetmedarê Kurdê Sûrî Ebdulcebar Șahîn ku ew jî beșdarî evê xwepêșandanê bû, ji Dengê Amerîka re ronî da ser wê û got,” Hemî pêkhateyên Fransî tevlî evê xwepêșandanê bûn da ku bi yek dengî li dijî evan kiryarên terorîst rawestin û bêjin em hemî Charlie Hebdo ne.”
Șahîn her wiha bal kișand ser rewșa parastinê li Fransa û got, sistbûna parastinê hîșt ku rûdaneke wiha mezin li Fransa biqewime.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5