Kombûnek li paytexa Misir Qahîra hate li darxistin û têde opozisyona Sûrî hewil da ku çarçoweyekê ji nerîneke hevbeș re damezrîne, wekû bingeh ku pê biçe Mosko di dawiya meha bê de.
Endamê mekteba siyasî ya partiya demuqrat a pêșverû ya kurdî li Sûriyê û her wiha endamê desteya siyasî ya bilind a hevalbendiya opozisyona Sûrî Dr.Selah Derwîș ku li Istanbol dimîne, ji Dengê Amerîka re ronî da ser evê kombûnê û got, dûrketina aliyên opozisyona Sûrî ji hev, probleman ji bo xelkê Sûriyê durust dike û pêwîste em hemî bibin yek dest li beramber rejîma Essed.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5