Lewend Hisên: Rejîma Sûrî karîbû Bi Hemî Aliyan Bilîze

Lewend Hisên

Serokê desteya hemahengiya niștimanî ya Sûrî Hesen Ebdulezîm di pêwendiyeka telefonî de li gel El-Erebiya, radighîne ku dê kombûnek li paytexta Misir Qahîra bête li darxistin, da ku aliyên beșdar bigihin nerîneke hevbeș di derbarê guftûgoya pêșbîn di navbera rejîma Sûrî û opozisyonê de.

Rojnamevanê Kurdê Sûrî Lewend Hisên ku li Almaniya dimîne, ji Dengê Amerîka re got, opozisyona Sûrî roja îro gelekî lawaze û ew bi çî șêweyî nikare mercên xwe bisepîne di guftûgoyên li gel rejîmê de. ew tenê dikarin pêșketinan bi dest xin eger hêzên navnetewî piștgiriya wan bi awakî rijdî bikin û evjî ta roja îro ne diyare li gor Hisên.

Ji bo guhdarîkrina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Lewend Hisên SW 12_29_14