Piștî bêhtirî sed rojî ji șer û pêșketinên berbiçav yên șervanên Kurd dijî çekdarên gurûpa Dewleta Îslamî li Kobaniyê, gelek kes û malbat ji penaberên Kobaniyê xwe amade dikin ji bo vegerê, lê nebûna hokarên jiyanê û wêraniya berfereh a bajêr dibe bend li pêș hewil û pilanên wan
Endamê komîta navendî ya partiya demuqrat a Kurdî ya Sûrî Gêlo Îsa ji Dengê Amerîka re got, nûavakirina bajarekî ku bêhtirî nîvî wî hatî hilweșandin erkeke ne hêsane, û pêwîste rêxistinên navnetewî bi awakî berfereh beșdar bin di piroseya avakirinê de.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5