Heysem Şem’ûn: Hinek ji Krîstyanan dibêjin, wan cilkên paqij nînin li xwe kin û di vê roja şahîyê de ew li hev dinêrin û digirîn
Bi sedan hezar Krîstîyanên Îraqê Kristmisa 2014'an di destûdareke nexweş de diborînin.
Hezaran ji wan ji ber şerê tundrêyên Dewleta Îslamî li parêzgeha Mûsil û dor û ber ji malên xwe revîyane û li Herêma Kurdistana Îraqê penaber bûne.
Serokê Yaneya Nûhedra ya Rewşenbîrî û Civakî, Heysem Putros Şem’ûn gote Dengê Amerîka, ji ber şerên deverên kêmaniyên olî, Cejna Krîstmisê bêtam in.
"Hinek ji Krîstyanan dibêjin, wan cilkên paqij nînin li xwe kin û di vê roja şahîyê de ew li hev dinêrin û digirîn."
Jibo gudarîkirina hevpeyvîna ligel Heysem Putros Şem’ûn, faylê deng vekin;
Your browser doesn’t support HTML5