Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francis di Axaftina Krîtmisê de Banga Aştîyê Dike


Rêberê ruhanî yê Katolîkên cîhanê, Papa Francis di gotara xwe ya duyê ya Kristmisê de hêvî xwest ku rewşa cîhan baştir be.

Papa Francis kiryarên Dewleta Îslamî ya dijî kêmanîyên olî û nîjadî şermezar kir û wek kiryarên hovane nav kir.

Paha herwiha got, ew hêvîdar e ku danûstandinên aştîyê li Rojhilata Navîn, cihê dayikbûna pêxember Îsa, serkevin û aştî vegere Sûrîyê.

Wî banga aştîyê li Ukrayna, Nîjerya, Komara Efrîqaya Navendî kir û êrîşa Talîbanê ya hefteya borî li dijî xwendekarên Pakistanî jî şermezar kir.

Krîstmis anku Noel roja herî girîng ya Mesîhîyan e jiber ku di vê rojê de Îsa Mesîh hate dinê.

Li Kenara Rojava, li bajarê Bethlehem a cîhê dayikbûna Îsa pexamber Krîstîyan li ber dêrê kom bûn û ev roj pîroz kirin.

XS
SM
MD
LG