Di damezrandina lêvegera siyasî ya Kurdên Sûriyê de, gelek nakokî di navbera hin aliyên girêdayî bi Encûmena Niștimanî ya Kurdî (ENKS) ve derketin holê, li dor hilbijartina wan șeș kesên derveyî Encûmen û Tevgera Civaka Demoktratîk (TEV-DEM).
Endamê komîta navendî ya partiya Demuqrata Kurdistana Sûriyê, Șahîn Ehmed ku niha li Tirkiyê dimîne, ji Dengê Amerîka re got, partiyên ENKSê bi mejiyê partiyên yekalî û totalîter niwênerên xwe bo lêvegera siyasî hilbijartin û niwênerên jinan û ciwanan û herêmên Efrîn û Kobaniyê û her wiha herêmên ‘Ereb yên ku jimara kurdan lê berbiçav e, ji vê lêvegerê dûrxistin.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5