Lêvegera siyasî ya Kurdên Sûriyê ku li gor rêkeftina Dudok berî çend rojan hate sazkirin, nûnerên ENKSê yên du herêmên sereke jê hatin dûrxistin. Civatên xwecihî yên herêmên Efrîn û Kobaniyê di ENKSê de, ev durxistina han red kirin û wek têkçûnekê ji vê lêvegerê re anîn ziman.
Siyasetmedarê Kurdê Sûrî Ebdulcebar Șahîn ku li Firensa dimîne, ji Dengê Amerîka reragihand ku kesayetiyên evê lêvegerê hemî kesayetiyên qonaxa borî ne û ew nikarin bi çi șêweyî serkirdayetiya evê qonaxa germ a ku hêrêm têre derbas dibe bikin û dupat kir ku tenê ciwan dikarin serkirdayetiya xelkê kurd bikin.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5