Li gel wêranî û xerabûna bingehîn a Kobaniyê di șerê bi DAIȘ re, ew rastî têkçûneka civakî hat ku di dîroka kurdan de wiha nebûye, sê çar sed gund ji bin ve, ji xelkê vala bûn û li welatên cîhanê yên dûr û nêzîk belav bûn û bê ser û ber man.
Parêzerê Kurd Mihemed Emîn Mislim ku bi xwe ji xelkê Kobaniyê ye û niha li welatê Mexrib dimîne, ji Dengê Amerîka re, ev têkçûna civakî șîrove kir û got, “Yek ji sedemên sereke yên ku hîșt xelkê Kobaniyê di nîrê çend rojan de mal û gundên xwe bicî bihêlin, ewe namûs û tirsa ku DAIȘ destdirêjiyan di vê derbarê de bike.”
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5