Muselem Talas: Kobanî Civakeke Ji Kokê De Hate Hilkişandin

Muselem Talas

Her çendî șerê Kobaniyê hîn berdewame jî, lê gelek çalakvan û xemxurên Kurd xwe amade dikin ji qonaxa piștî șer re û bê guman dubare avakirina bajêr ew di serê her pilanekê de ye. Di vê derbarê de komek çalakvanên Kobaniyê di daxuyaniyekê de, sazkirina desteyeke serbixwe ji bo dubare avakirina Kobaniyê ragihandin.

Mamosteyê zanîngeha Mêrdînê Muselem Talas ku yeke ji damezrênerên vê desteyê, ji Dengê Amerîka re ragihand ku ev desteya han dê bê alî û serbixwe be, û ew dê bêhtir berê xwe bide kes û aliyên teknoqrat ji bo çêkirina lêkolîn û pirojeyan û pêșkêșkirina wan bo aliyên navnetewî yên alîkar.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Muselem Talas SW 12_10_14