Îbrahîm Îbrahîm: Divê Cîhan Fişarê Bide Ser Tirkiyê Ku Piştgiriya Gurûpa Dewleta Îslamî Neke

Îbbrahîm Îbrahîm

Hêzên hevbendiya navnetewî li Broksil kongirek li ser asta wezîrên derve li darxistin, ji bo șerê gurûpa Dewleta Îslamî li rojhilata navîn û gefa wê ya li hemî cîhanê.

Endamê komîta ragihandinê ya partiya PYD li derve, Îbbrahîm Îbrahîm ku li Almanya dimîne, ji Dengê Amerîka re got, eger aliyên beșdar di vî kongirî de çareyeke rijdî nebînin, dê gurûpa Dewleta Îslamî li seranserî welatên cîhanê belav be û bibe metirsî li her deverê.

Îbrahîm her wiha bal kișand ser rola Tirkiyê, û ew wekû piștgira yekem a evê gurûpa terorîst re, anî ziman.

Ji bo guhdarîkirina li vê hevpeyvînê, fermo faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Îbrahîm Îbrahîm SW 12_03_14