Hindek kesayetî di opozisyona Sûrî de pêkhateya Kurd bi parastina ecindeyên xwe yên taybet tawanbar dikin û dibêjin, Kurd bi xemsarî bi șoreșa xelkê Sûrî re pêwendîdar bûn û wan hewil da ku herêmên xwe ji tevahiya Sûriyê veqetînin.
Lê nivîskarê Kurd Salih Ce’fer ku li welatê Holenda dimîne, ev yek red kir û ji Dengê Amerîka re got, Kurd pêkhateya yekem bû di Sûriyê de ku hewil da li dijî rejîma Esed derkevin û mafê xwe yê netewî wergirin.
Ce’fer her wiha ragihand ku Amerîka û welatên rojava gihîștine baweriyekê ku tenê Kurd dikarin bibin hevalbendên wan li herêmê.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, fermo faylê deng veke.
Your browser doesn’t support HTML5