Avakirina lêvegereke siyasî ew yek ji xalên bingehîn bû di rêkeftina Duhokê de, ku berî demekê di navbera herdû hêzên sereke yên Kurdên Sûriyê TEV-DEM û ENKSê de li herêma kurdistana Iraqê hatibû li darxistin. Lê di nava ENKSê bi xwe de hindek nakokî di vê derbarê de derketin holê.
Endamê serkirde yê partiya demukrat a Kurdistana Sûriyê PDK-S, Fewaz Mehmûd, ji Dengê Amerîka re, ev babet șîrove kir û got, ji bo ku rê li pêș encamên neyênî bêne girtin, divê ENKSê evan nakokiyan zû çareser ke.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, fermo faylê deng veke.
Your browser doesn’t support HTML5