Herçendî rizgarkirina bajarê Kobaniyê ji çeteyên Dewleta Îslamî, li gor hin șîrovekar û çavdêrên siyasî, bi derengî ket, lê șervanên Kurd li gel hêzên Pêșmerge û bi alîkariya êrîșên Amerîka û hevalbendên wê, karibûn gelek pêșketinan qezenc kin û hêza terorîstan lawaz bikin.
Ehmed Gerdî, ‘Emîdê hêzên pêșmerge li Kobaniyê, ji Dengê Amerîka re ev pêșketinên han dupat kirin û got, “Em li gel hêzên YPG wekû tîmekî yekgirtî kar dikin da ku Kobaniyê ji çeteyên Dewleta Îslamî paqij bikin, me viyana serkeftinê heye û moralên me jî bilind in.”
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, fermo faylê deng veke.
Your browser doesn’t support HTML5