Di çarçoweya çalakiyên piștgiriya șoreșa Sûriyê de bi giștî, û berxwedana Bajarê Kobaniyê dijî çekdarên Dewleta Îslamî, komek çalakvanên Kurd li Almanya bi navê, Birîna Kobaniyê, șanoyek li parkekê pêșkêș kirin û bala xelkê Almanî kișandin ser rewșa Sûriyê û bi taybetî tiștên li Kobaniyê dibin.
Çalakvan û șêwekarê Kurd Mihemed Elî Mûsa, ku yek ji birêveberên vê çalakiyê bû, ji Dengê Amerîka re girîngiya van core çalakiyên aștiyane ragihand û berxwedana xelkê Sûrî bi giștî û yê Kurd bi taybetî dijî rejîma Sûriyê û çekdarên Dewleta Îslamî wekû șerê jiyanê dijî tarîtî û mirinê anî ziman.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, fermo faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5