Gelek çavdêr dibînin ku rejîma Beșar el-Esed, ji rojên destpêka șoreșa Sûriyê de berî çar salan, hewil da berê șoreșê biguhêre û rengê terorê bide ser. Ew dibêjin, da ku rejîm karibe evê yekê bi awakî berfeh pêkbîne, wê rê li pêș geșbûna gurûpên terorîst vekir ku derbasî hindirê Sûriyê bin û navçeyên berfereh têxin bin destê xwe.
Çalakvanê Kurd Kadar Pîrê ku li Frensa dimîne, di hevpeyvînekê de, ji Dengê Amerîka re, ev nerîna han dupat kir û got,” Îroj șoreșa me, ji me hatiye dizîn û bûye șoreșa gurûpa Dewleta Îslamî û Cebhet el-Nusra.”
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, fermo faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5