Hêzên hevbeș yên ku li Kobaniyê, bi alîkariya kiwalîsyona navnetewî șerê gurûpa Dewleta Îslamî dikin, di van demên dawî de gelek pêșxistin qezenc kirin û hewil didin ku girê Miștenûr yê stratîcî bi tevahî têxin bin kontrola xwe.
Cîgirê serokê desteya karên derve ya Kantona Kobaniyê, Idris Ne’san, ji Dengê Amerîka re ragihand ku odeya operasyonên hevbeș hevalbendiyeke rijdî bi rêve dibe û got,“ eger em hêza çekdarên gurûpa Dewleta Îslamî bidin ber çav emê bigihin wê baweriyê ku neketina Kobaniyê bi xwe serkeftineke mezine.”
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, fermo faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5