Bi sedan xelkê sîvîl li ser sînorê Sûrîyê û Tirkîyê li rojavayê Kobanê hîn ligel tirimbêl û ajelên xwe dorpêçkirî mane. Ew ne dikarin vegerin mala xwe, û ne jî dikarin derbasî alîyê din ê sînor bin.
Endamê Civata Niștimanî ya Kurdî li Kobanê, Birahîm Bozan ku li wir dimîne, ji Dengê Amerîka re ragihand ku ew di rewșeke xerab û tireseka mezin de dijîn.
"Gelek birîndar di nav gel de hene, piștî ku çekdarên Dewleta Îslamî hindek top bi alîyê wan de avêtin."
Jibo guhdarîkirina li hevdîtinê, fermo faylê deng vekin
Your browser doesn’t support HTML5