Rewșa saxlemîya penaberên Kobanê li ser sînorê Tirkîyê û kampên penaberîyê li bajarên bakurê Kurdistanê ne baș e û tiștên ku di vê derbarê de têne dabîn kirin, ne li gor pêdiviyên xelkê ne.
Bijîșkê Kurd Bextiyar Hisên, ku bi xwe ji Kobanê ye, li wir dimîne û alîkarîya xelkê dike, di hevpeyvînekê de ji Dengê Amerîka re dinirxîne.
“Ji bilî nebûna derman û nexweșxaneyan, deshelatdarên Tirkîyê gelek bendan ji me re datînin û em neçar dimînin ku pir caran dermanên heyî bi șev bigihînin nexweșan.”
Ji bo agahiyên bêhtir, fermo li dirêjîya hevpeyvînê guhdarî bikin
Your browser doesn’t support HTML5