Piştî derbasbûna çekdarên DAÎȘ bo hindek taxên bajarê Kobanê li bakurê Sûriyê, Amerîka û hevalbendên wê êrîșên esmanî li ser bingehên wan berfereh kirin.
Şervanên Kurd yên YPG jî ji alîyê xwe de berevanîyek a berbiçav jibo Kobanê dîyar kirin.
Çalakdara Kurd di warê tendirûstî de, Emîra Mustefa ku li Sirûcê dimîne agahîyan dide.
"Êrîşên Amerîka û hevalbendên wê cîhê hêvî û razîbûna xelkê Kobanê ye. Lê, divê ew hîn û hîn berfereh bibin ku vê gruba terorîst rawestînin.”
Mustefa herwiha bal kişand ser rewşa tendûrstîya penaberan û pêwîstîya wan bo derman û nexweşxaneyan.
Kerem kin jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, li lînka jêrîn klîk bikin
Your browser doesn’t support HTML5