Di dema ku çekdarên DAÎȘ bajarê kobanê dorpêç dikin û hewil didin derbasî hindirê bajêr bin, aliyên siyasî yên kurdî hîn negihîștine çi rekeftinê di navbera xwe bi xwe de. Evjî li gor gelek șîrovekar û çavdêrên siyasî helwesta Kurdan a siyasî li șûn dihêle û berxwedana wan a dijî DAÎȘ li ser erdê lawaz dike.
Mustefa Ettî, endamê serkirdayetiya Pariya Demuqrat a Kurdistanî-Suriyê li Kobanê, ku li nêzîkî sînorê di navbera Kobanê û Tirkiyê de dimîne, dibêje siyaseta yekalî tu carî bi ser nakeve, lewra em banga yekîtiyê dikin û partiya PYD çi maf nîne ku bêje ez nûnera hemi xelkê Kurd im li Sûriyê.
Etti her wiha ragihand ku eger Kurd nebin yek û alîkariyên leșkerî ji wan re zû neyên, wê Kobanî nêzîk bikeve bin destê DAÎȘ.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, vê lînka jêrîn kilîk bike.
Your browser doesn’t support HTML5