Barzanî Haman: Șer Her Diçe Giran û Nêzîkî Hindirê Kobanê Dibe

Kobane welcome

Bajarê Kobanê ku bêhtirî deh rojin rastî êrîșek a hovane tê ji aliyê çekdarên DAÎȘ ve roj bi roj ji xelkê sivîl vala dibe. Ew xelkê ku her tiștî li dû xwe dihêlin û berê xwe didin gund û bajrên Turkiyê yên nêzîkî Kobanê.

Barzanî Haman ku li wir dimîne û di warê alîkariya xelkê penaber de çalakdar e, ji dengê Amerîka re derketina hemû kesên sivîl ji hundirê Kobanê dupat kir, û ragihand ku șer her diçe giran û zêzîkî hundirê Bajêr dibe.

Haman dijwarî û dirêjbûna șer di navbera șervanên Kurd û çekdarên DAÎȘ de, vegerand bo hebûna çekên giran li nik DAÎȘ û nebûna wan li nik șervanên Kurd.

Ji bo gudarîkirina li hevpeyvînê, lînka jêrîn kilîk bike

Your browser doesn’t support HTML5

Barzanî Haman