YPG jibo Şerê DAÎŞ Daxwaza Alîkarîya Navnetewî Dike

Aras Xanî: DAÎŞ plan heye jibo êrîşan li ser herêmên Kurdan û piştî serketina wan li Îraqê çekên giran bidest xistine

Karbidestên hêzên Kurdan bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxwaza alîkarîya civaka Nêvnetewî dikin jibo bersîngirtina milîtanên Dewleta Îslamîya Îraq û Şamê (DAÎŞ).

Ew dibêjin, DAÎŞ li ser herêma Kobanêdest bi şerekî mezin kiriye û çekên kîmyayî jî bikar anîye.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Endamê Navenda Ragihandina YPG, Aras Xanî got, DAÎŞ plan heye jibo êrîşan li ser herêmên Kurdan û piştî serketina wan li Îraqê çekên giran bidest xistine.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvînê fayla deng dagire;

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn digel Aras Xanê