Namzedê Serokomarîya Tirkîyê Selahattîn Demîrtaş li Stenbolê bi nûnerên medya cîhanî re civîya.
Di civînê de, ku roja Çarşemê bi beşdarîya hejmareke mezin ya nûnerên medya cîhanî pêk hat, Demîrtaş li ser sedema berbijarbûna xwe ya serokomarîyê agahî dan.
Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û berbijarê serokomarîyê Demîrtaş, di civînê de ji xeynî pirsên li ser sîyaseta hindur, helwesta hikûmeta Tirkîyê ya derbarê êrîşên DAIŞ’ê ku li Kobanê berdewam in û nîqaşên li ser Serxwebûna Kurdistana Îraqê jî nirxandin.
“Em di demeke ku geşedanên sîyasî li devera Rojhilata Navîn û Tirkîyê de pêk tên, hilbijartinên serokomarîyê pêşwazî dikin. Hesta ku êdî em nikarin bihevre bijîn li Sûrîyê, Îraqê û Rojhilata Navîn peyda bûye, êdî li Tirkîyê jî çêbûye. Em jî jiber vê rewşê ji dahatuya Tirkîyê metirsdar in.”
Demîrtaş wekî sedema sereke ya namzedbûna xwe, hesta cûdabûn û neçarîyê nîşan da.
“Serokwezîr Erdogan daxuyanîyên cudaxwazîyê dide ku tenê peyamên xwe digihîne beşeke civakê. Partîyên opozîsyonê CHP û MHP jî alîyê dijberê AKP’ê temsîl û dijberîya van, du xetan bûye pirsa bingehîn li Tirkîyê. Bêyî çareserkirina wê, ti pirsên din jî çareser nabin.”
Berbijar Demîrtaş bal kişand ser Kurdbûna xwe û bi bîr xist ku ew jî Kurd e.
“Ez Kurd im, ji nav gelê Kurd û têkoşîna wan hatime. Lê, ez ne tenê jibo nasnameya Kurdan, jibo nûnertîya hemû pirs û nasnameyên din yên civakê bûm namzedê serokomarîyê.”
Demîrtaş di civînê de got, “Em qet ne di tura yekê de ne jî di tura diduyan de, jibo piştgirîya namzedekî din venakişin. Di hilbijartinê de tenê du xetên sîyasî hene, alîyek jê du namzed in, alîyek jî ez tenê me.”
Demîrtaş rewşa Îraqê ya ber bi parçebûnê ve diçe nirxand û li ser ragihandina dewleta Kurdî jî axifî û got wê gelê Kurdistanê biryara serxwebûna bixwe bide.
“Emê ji her cure biryara ku li wir bê standin re hurmetdar bin. Tenê em dikarin vê daxwazîyê ji wan bikin; Ger Kurdistan serxwebûna xwe ragihîne, divê mafên hemû bawerî û miletên din werin misoger kirin."
Demîrtaş bal kişand ser rewşa herêmê û wiha dewam kir "Di nav wê deryaya xwînê de, divê Kurdistan jibo hemû pêkhatên li wir dijîn, bibe cihê bêhnvedanê, hizûr û jîyana bihevre. Ez hêvî dikim ne tenê birêz Barzanî, hemû rêberên Rojhilata Navîn wê bi vê baldarîyê gavên xwe bavêjin.”
Berbijêr Demîrtaş, li ser pirseke derbarê êrîşên DAIŞ’ê yên li ser herêma Kobanî ya Kurdistana Sûrîyê xemsarîya hikûmeta Tirkîyê rexne kir:
“Jiber ku Tirkîye ev sê sal in naxwaze Kurd li Rojava mafên xwe bistînin, niha jî li hember van êrîşan bêdeng e û bi nêrîna min dixwaze Kurd li wir rastî şikestinekê werin.”