Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mamostayekî Kurd li Tirkîyê jiber Dersa Kurdî Rastî Astengîyan Tê


Koma zarokên Wanê yên kursa zimanê Kurdî bidawî kirine
Koma zarokên Wanê yên kursa zimanê Kurdî bidawî kirine

Mamostayê Kurd Hudayî Morsombol, li navçva Akdenizê bi ser bajarê Mersînê ve, jiber ku pêşengiya dersa Kurdî dike rastî astengîyan hat.

Jibo Kurdî bi xwendekaran re axivîye di pola xwe de wî giliyê Gerînendeya Perwerdehiyê kirine.

Jiber gilîyan ji dibistana xwe hatîye sirgûnkirin, polîsek li dibistanê xwestîye wî desterser bike û gilîyê wî heta Serokomariyê jî kirine. Herî dawî meaşek wî birîn.

Li Tirkiye di sala 2012an de Kurdî weke dersa bijarte ket nava bernameya xwendinê li Tirkîye. Polên 5, 6, 7, 8 heftê du saet dikarin Kurdî perwerde bibin.

Hudaî Morsumbul daxuyakirin ji 2012 heta 2016an li navçeya Akdenizê 1274 xwendekar dersa Kurdî bijartine. Lê çar salên dawî hejmar pir kêm bû. Lê bi xebat û hewildanan neha hejmara ku Kurdî hilbjartine 844 e.

Hudaî got "Lê ev yek hin mamoste û malbatên xwendekaran acis kir."

Hudai Morsumbul, mamosta
Hudai Morsumbul, mamosta

Wî dîsan got, "Li bajarê Mersînê muhacîrên Kurd û Ereb pir in. Di pola min da jî hemî Kurd û Ereb in. Pandemîyê de zarok du salan nehatin dibistanê. Tirkîya gelek xwendkaran qels bû, em jî mecbûr jibo bi wan bidin fكmkirin carna Kurdî û Erebî bi wan re diaxivîm. Lê hin malbat gilîyê min kirin. Malbatek Kurdê Malatya gotin ew Kurd in lê naxwazin bi Kurdî mêjiyê zarokê wan lihev bikeve.’"

Çima di dersa xwe de gotîye "Selahaddînê Eyûbî Kurd e, çima gotîye li İraqê Kurdî zimanê fermî ye, dibe ku sibe roj li Tirkîye jî bibe fermi".

Gerînendeya Ewlehiyê di heqê wî de lêpirsîn daye destpêkirin û di encama wan da ew hatiye sirgûnkirin. Li dozgeriyê jî gilîyê wî hatiye kirin bi hiceta ku "Dersa Tirkî de bi Kurdî axivîye."

Ger ev lêpirsîn li dijî wî encam bibe, ev dikare bibe sedsma jikar avêtinê.

Raporta Amed/Diyarbekirê 01 05 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:33 0:00

XS
SM
MD
LG