Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komela Mezopotamya û Panela Zimanê Kurdî li Amedê


Roja Zimanê Dayikê li Amedê
Roja Zimanê Dayikê li Amedê

Komeleyla lêkolînê ya ziman û çandên Mezopotamyayê (Medder) li ser giringiya roja zimanê dayikê li Amedê panlek lidarxist.

Panela ku Omer Fîdan rêvebiriya wê kir, zimanzan Samî Tan, aktivîsta Tevgera Jina Azad Ayşe Gokkan, nivîska û siyasetvan Feratê Dengizî ji aliyên cuda yên giringiya zimanê dayikê gotar pêşkêş kirin.

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî, parlamenter û namzedên şaredariyên Amedê jî beşdarê panelê bûn.

Samî Tan, di gotara xwe de behsa zextên li ser zimanê Kurdî kir û daxuyakirin zihniyeta ku li dijî Kurdan û zimanê Kurdîye serdest e. Samî Tan jibo pêşketina zimanê Kurdî jî pêşniyar kir ku Meclîsa Ziman ava bibe.

Moderator Omer Fîdan jî, da zanîn çend hefte berê li Tirkiyê 20 hezar mamosteyan dest bi kar kir ku jibo mamostetiya Kurdî tenê karo jibo kesek vekirine.

Gotara Şaredara berê ya Nisêbînê, endama Tevgera Jina Azad Ayşe Gokkan li ser mijara jin û siyasetê bû. Wê destnîşan kir ku ziman bi sê merheleyan têk diçe; dejenere, entegre û asîmalilasyon.

Herwiha got "Neha derfet ji berê baştirin û neha bê dewlet jî Kurd dikarin zimanê xwe biparêzin. Ayşe dîsan dibêje "Heke di axaftina rojane de tu Kurdî û Tirkî wek hev biaxîvî tu Zimanê xwe dikûjî, hewil bidin ku di jiyana xwe de Kurdî biaxivin."

Feratê Dengizî jî li ser têkiliya ziman û siyaset axivî. Wî got jibo siyasetvan rihê civakê fêm bikin divê ji zimanê civakê jî fêm bikin.

Konferansa Ziman
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:01 0:00

XS
SM
MD
LG