Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterê Berê Abdullah Zeydan Piştî 5 Salan ji Zindanê Hate Berdan


Abdullah Zeydan, piştî ku ji girtîgehê hate berdan
Abdullah Zeydan, piştî ku ji girtîgehê hate berdan

Abdullah Zeydan Piştî 5 salan ji Zindanê Hate Berdan

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan di 4ê Mijdarê de di sala 2016an de di operasyona hevdemî de bi hevserokên HDP’ê Selahattin Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û 9 hevalên xwe re hatibû girtin.

Piştî ku parlamenterîya Zeydan hatibû rakirin, bi îdiaya alîkarîya rêxistina terorê û propagandayê doz li hember wî hatibû vekirin û ji her du sûcan 8 sal û mehû nîv ceza li wî hatibû birin.

Parêzerên Zeydan li dijî cezayê serî li Dadgeha Mezin dan û dadgehê biryar betal kir û mayîna 5 salan li zindanê berdela cezayê dît û biryara berdana wî da.

Zeydan 5 sal li Girtîgeha Edîrneyê bi hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş re, li heman hucreye dima.

Zeydan, ku ji alîyê jimareke parlamenterên HDP’ê hate pêşwazî kirin, spasîya xwe li Demîrtaş kir ku pênc salanin ji wî re rêhevaltîyê kiriye.

‘Em nûnerên gel bûn, bi dengê wan hatibûn hilbijartin, lê mixabin li dijî hiqûq û edaletê em 5 sal rehîn hatin girtin. Kesî tiştek bexşê me nekiriye, weke parlamenterên AKP û CHP’ê, em jî bi îrada gel hatin parlamenê, lê derbeyek li ser vîna gel xistin û em kirin zindanê. Emê bi tekoşîna xwe, jîyanek azad, di nav aştî û aramîyê de dîyarîya gelen Tirkîyê bikin’’ Zeydan piştî derketina ji girtîgehê got.

KHD_01_07_2020_Berdana-Zeydan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:06 0:00

XS
SM
MD
LG