Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Zehra Dogan Behsa Şertên Giran yên Rojnamegerîyê li Nisêbînê Dike


Li Nisêbînê qedexa heştan di roja 75’an de ye. Zehra Dogan ku edîtora JINHA’yê ye, ji meha Mijdarê vir ve li Nisêbînê ye û di gelek qedexeyan de li wir maye.

Dogan dibêje niha şertên ku tê de ne, ji şertên girtîgehê jî xerabtir e jiber ku polîsan derîye hewşa avahîya ku lê dimînin, qifil kirine û miftê jî bixwe re birine.

Zehra Dogan
Zehra Dogan

Ew dîyar dike du hevalê wê yê rojnameger li Nisêbînê hatine girtin û derheqa wê de jî lêpirsîn hatiye destpê kirin û îhtimaleke mezin ewê jî were girtin.

“Jiber ku nikarim derkevim derve, rûniştvanên taxan ji min re dîmen û fotoyan dişinin û alîkarîya min dikin. Miha li Nisêbînê 9 hezar xanî hatine xera kirin û li gelek taxan av jî tuneye.”

Rojnamegera ciwan bi berdewamî dibêje, gelek caran di rojên qedexe de li navçeyên cuda maye, lê şerê li Nisêbînê li ti derê din nedîtîye.

“Heta neha meytê 27 şervanan birine nexweşxaneyan. Hêzên ewlekarîyê li ser çar meytan îşkence kirine û meytan li goristanê ji linge wan li daran daliqandine. Piştre jî wêneyê wan li ser torên civakî belav kirine.”

Dogan dibêje gelek pêkhatinên li dijî mirovahîyê li Nisêbînê rû didin. Ew dîyar dike ku meytên gelek şervanan nêzî du mehan in li kolanan, li erdê mane.

“Yek ji wan kesan şervanê YPSê Abdulah Ak e ku li nêzî mala min hate kuştin. Malbata wî dixwaze meyte kurê xwe rake, lê nikarin.”

XS
SM
MD
LG