Di 20’ê Mijdara 1989’an de ji hêla Komîta Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (BM) ve “Peymana Mafê Zarokan” hatiye destnîşankirin û ji wê dîrokê heta niha 20’ê Mijdarê wekî “Roja Mafê Zarokan ya Cîhanê” hatiye eşkerekirin.
Peymana Mafê Zarokan ya BM’yê ya bi giştî ji hêla 193 welatan ve hatiye destnîşankirin û bûye belgeya taybet ya navnetewî ya herî zû hatiye destnîşankirin û herî zû ketiye di merîyetê de.
Komara Tirkiyeyê di sala 1990’î de Peymana Mafê Zarokan ya BM’yê destnîşan kiriye di 1995’an de xistiye merîyetê ji xalên Peymanê yên 17-18-30’emîn re nerazîbûna xwe ragihandî ye.
Li gorî vê nerazîbûnê jî zarokên ku zimanê wan yên zikmakî Tirkî nîn in, mafê wan yê perwerdehî, xweîfadekirin, jiyandina çanda xwe û bikaranîna zimanê wan asteng dibe.
Komela Mafê Mirovan ya Şaxa Amedê li ser îxlalên mafê zarokan ên di navbera salên 2017-2021’ê de li bajarê Kurdan pêk hatine raporek amade kir.
Li gorî raporê di nav van salan de herî kêm mafê jiyana 132 zarokan hatiye binpêkirin, 385 zarok jî birîndar bûne.
Daneyên di nav rapora İHDê ev in:
* Di bajarên herêmê de di pevçûnên bi çekan de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dane û zarokek jî birîndar bûye.
* Di encama înfaza bêdarazî de (kuştin û birîndariya ji hêla polîs û leşkeran ve) 2 zarokan jiyana xwe ji dest dane, 5 zarok jî bi giranî birîndar bûne.
*Di êrîşên bombeyan de 4 zarok jiyana xwe ji dest dane.
* Di encama teqemeniyên bêxwedî de 13 zarokan jiyana xwe ji dest dane, 26 zarok jî bi giranî birîndar bûne.
* Di encama xemsarî/xeteyên fermî de: 19 zarok jiyana xwe ji dest dane, 265 zarok jî bi awayên cur bi cur birîndar bûne.
* Di encama 20 bûyerên erebeyên sivîl, fermî, zirhpoşên ku derbazbûn bi sersarî bikartînin de 12 zarokan jiyana xwe ji dest dane , 12 zarok jî bi giranî birîndar bûne.
* Di herêmê de li bajarê Gazînatep (Dîlok), Amed, Wan û Mêrdîn 26 zarok bi aweyekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane.
* Di herêmê de taybet li bajarên Amed, Şirnex, Riha û Wanê di encama xwekuştinê de 30 zarok jiyana xwe ji dest dane, 11 zarok jî hewl dane xwe bikujin.
* Di encama tundiya di nav malbatê de 16 zarokan jiyana xwe ji dest dane, 50 zarok jî birîndar bûne.
* 43 zarok di nav malbatê de bi destdirêjiya zayendî re rû bi rû mane, 6 zarok jî hatine revandin.
* Di encama tundiya civakê de 20 zarokan jiyana xwe ji dest dane, 27 zarok jî birîndar bûne.
* 613 zarok di civakê de bi destdirêjiya zayendî re rû bi rû mane, 17 zarok jî hatine revandin. Li 5 zarokan fuhuş hatiye ferzkirin.
* Di encama îxlala ewlehî û azadiya zarokan de 157 zarok hatine binçavkirin, 14 zarok hatine girtin.
* Di binçaviyê de 29, di girtîgehê de 8 û li derveyî binçaviyê de 34 zarok herî kêm 71 zarok bi îşkence û serederiyek xirab re rû bi rû mane. Di dibistanan de herî kêm 6 zarok bi tundiyê re rû bi rû mane.
*Li gorî daneyên rapora karkerên zarok ên 2013-2021’an a Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (İSİG) di 12’ê Hezîrana 2022’an de parve kiriye de di herêmê de herî kêm 176 zarokên karker jiyana xwe ji dest dane. Li Tirkiyeyê bi giştî li herêmê bajarên zarokan jiyana xwe ji dest dane Riha û Dîlok in.
Komîsyona Zarokan ya Komela Mafê Mirovan pêşnîyar dike ku ji bo mafê zarokan ê Dewleta Komara Tirkiyeyê bi mewzûatên netewî û bi peymanên navnetewî pejirandiye û tevlî hiqûqa navîn kiriye û xistiye bin parastina xwe leewma divê ev bê kêmasî pêk were.
Ji bo pêşî li îxlalên mafê jiyana zarokan bigire divê polîtikayên aşîtiyane pêk werin.
Ji bo îxlalên teqemenî û mayînên reş ên li cihê jiyanê tên hiştin dubare nebin berpirsiyariyên peymana OTTOWA divê werin bi cih anîn.
Divê bikaranîna zirhpoşan li cihên jiyanê werin qedexekirin, ji îxlalên ku ev maşîne dibin sedem lênêrînên hiqûqî-îdarî werin pêkanîn û lêpirsineke bi bandor were kirin.
Kiryarên îxlalên mafê zarokan pêk tînîn di derheqê wan de ji nasnameyên wan xweser bi lezgînî, darizandineke bi bandor û biedalet were kirin û pêşî li îxlalên wekhev were girtin.