Berpirsê navenda ragihandina YPG’ê, Sîyamened Elî îdiayên Fîdan bi tundî red kir û got ku ew kesên ku êrîşa Enqerê kirine ji Rojava derbazî axa Tirkyê nebûne.
“Ew du kesên ku Tirkîye dibêje êrîş pêk anîye, ne hemwelatîyê Sûrîyê, lî ji Bakurê Kurdistanê ne û hemwelatîyên Tirkîy ne. Û ew kes ji Rojava, Bakur û Rojhilata Sûrîyê derbazî Tirkîyê nebûne. “
Elî ji Dengê Amerîka re got divê pirsgireka navbera dewlata Tirk û PKK’ê û gelê Kurd li Tirkîyê li wir were çareser kirin.
“Dewleta Tirk tim dixwze êrîşên wiha wek hecêt bi kar bîne ku êrîşên xwe yên ser Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê rewa bike. Jixwe êrîşên Tirkîyê yên ser herêmê ranawestîyane, bi rêya dron, obusan û tankan deverên ser sînor berdewam dikin.”
Elî îdia dike ku Tirkîye îro jî dixwaze vê êrîşa dawî wek bahane bi kar bîne û wekî ku êrîşa Stenbolê wek hecêt xebitand û êrîş bir ser wan, dîsa dixwaze heman tiştî bike.
“Tirkîye hem dixwaze erîşeke dijî me rewa bike û hem jî dixwaze hêzên navnetewî îkna bike ku Bakur û Rojhilata Sûrîyê cîhê xeterî ye û herkes jî dizane ku em ti car jibo Tirkîyê nabin xeterî û ku ew ne tiştekî rast e jiber ku em tenê di çaroveya parastina rewa de em parastina xwe dikin.
Berdevkê YPG’ê nerazîbûna xwe li hember gotinên Fîdan dîyar dike ku bi eşkereyî armancgirtina sîvîlan û binesazîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê tawaneke dijî mirovahî ye û divê civata giştî hêzên garantor û Koalîsyona Navnetewî dijî wan gef û êrîşan sekna xwe bi zelalî nîşan bidin.
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan demeke zûtir ya îro gotibû ku du êrîşvanên ku dawîya hefteyê li Enqerê bombe peqandine, ji Sûrîyê derbazî welêt bûne.
Fîdan gotibû ku Tirkîyê, wek bersîvdana wê êrîşê, li Îraq û Sûrîyê êrîş birine ser navendên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG).
“Hemî navendên PKK û YPG’ê armancên me yên leşkerî yên rêwa ne. Em bang li alîyên din dikin ku ji navendên PKK û YPG’ê dûr bisekinin jiber ku emê dijî êrîşa li Enqerê bertekên pêgîr û tund nîşan bidin.”
Enqere, YPG’ê wek baskekî PKK’ê dibîne ku ew hêz li Sûrîyê pêşengîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dike û di çerê dijî DAIŞ’ê de hevbenda Amerîka ya serekî ye.