Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fîdan Dibje Êrîşvanên Enqerê ji Sûrîyê Derbazî Tirkîyê Bûne


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan îro Çarşemê got ku du êrîşvanên ku dawîya hefteyê li Enqerê bombe peqandine ji Sûrîyê derbazî welêt bûne.

Fîdan dîyar kir ku Tirkîyê wek bersîv li Îraq û Sûrîyê êrîş birine ser navendên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

Wî dîyar kir ku hemî navendên PKK û YPG’ê armancên wan yên leşkerî yên rêwa ne.

Wezîrê Tirkîyê got ku ew dixwazin alîyên din ji navendên PKK û YPG’ê dûr bisekinin.

XS
SM
MD
LG