Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hûsî Merasîma 17 Kuştiyên Êrîşên Amerîka Û Brîtanya Lidar Dixin


ISRAEL-PALESTINIANS/YEMEN-HOUTHIS
ISRAEL-PALESTINIANS/YEMEN-HOUTHIS

Ajansa nûçeyan a Saba ya ku ji hêla Hûsîyan ve tê birêvebirin got ku milîsên Hûsî yên Yemenê roja Şemiyê merasîmek ji bo herî kêm 17 mîlîtanên ku di êrîşên esmanî yên hevpar ên Amerîka û Brîtanyayê de hatin kuştin, li dar xist.

Hûsiyan ji 19ê Mijdarê ve pêlên dron û mûşekan avêtine ser keştiyên bazirganî, ku dibêjin bersivek e ji operasyonên leşkerî yên Îsraîlê re li Gazayê.

Brîtanya û Amerîka meha borî dest bi êrîşên tolhildanê kirin.

Sabayê di xeberdana xwe ya li ser merasîma cenazeyan de got: "Ev tawan dê gelê Yemenê ji piştgirîya birayên xwe yên li Kerta Gazayê bi şûn ve nedin."

Ji bilî êrîşên esmanî yên li ser armancên Hûsiyan li Yemenê, Amerîka û Brîtanyayê milîs vegerandin lîsteya komên terorîst, di demekê de ku aloziya şerê Îsraîl û Hamasê li herêmê belav dibe.

Helmeta Hûsiyan veguhestina kelûpelên bazirganî ya navneteweyî asteng kiriye, lewra hin kompanî derbasbûna di Deryaya Sor re radiwestînin û li şûna wê rêwîtiya pir dirêj û bihatir li dora Afrîkayê dikin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG