Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Filistînî Xwe Ji Êrîşa Rafahê Re Amade Dikin Û Îsraîl Soza Plana Valakirinê Dide


Pizîşkan roja Şemîyê got ku êrîşên esmanî yên Îsraîlî bi şev 17 kes li Rafaha Gazayê kuştin, di demekê de ku zêdetirî milyonek Filistînî li bajarê sînorî li benda êrîşeke berfereh in û yên mayî dorpêçkirî ne û ti cih nemane ku birevinê.

Çar mehan piştî şerê li Gazayê, ofîsa serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got wê ferman daye artêşê ku planekê ji bo derxistina xelkê Rafahê û jinavbirina çar tabûrên Hemasê ku ew dibêje li wir bicih bûne, amade bike.

Berevajî êrîşên berê yên Îsraîlî li ser bajaran, dema ku artêşê fermanê bide sivîlan ku ji başûr birevin, ti devereka din a ku zirar nedîtî namîne û ajansên alîkariyê hişyarî dane ku renge hejmareke mezin ji sivîlan bimirin.

Piraniya awareyan reviyan Rafahê li ser sînorê bi Misrê re, lê piştî ku danûstandinên agirbestê têk çûn, Netanyahu vê hefteyê got ku hêzên Îsraîlî dê heta "serkeftina tevahî" şer bikin, di nav de jî li Rafahê.

Şeva Înê êrîşeka esmanî li ser maleke Rafahê 11 kes kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar kirin, û êrîşeka din şeş kes li maleke din kuştin, berpirsên pizîşkî got.

Wezareta tenduristiyê ya Gazayê got ku hêzên Îsraîlî nexweşxane dorpêç kirine û derdorê gulebaran dikin, û ew li ser çarenûsa 300 endamên tîmên pizîşkî, 450 nexweş û 10,000 kesên ku li wir bi cih bûne, bi xem in.

Artêşa Îsraîlî di nûvekirinekê de li ser şer, roja Şemiyê got ku hêzên wê li Xan Yûnisê û herwiha li bakur û naverasta Gazayê çalakiyên "berdewam" didomînin, wek kuştina çekdaran, destdanîna ser çekan û lêdana binesaziyê.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG