Çalakvanên Êzîdî dibêjin biryara vê dawîyê ya Fransa û Swedê ya destpêkirina tîmekî vekolînê yê hevbeş ya darizandina çekdarên DAIŞ'ê gaveke erênê ye jibo qurbanîyên jenodîsa DAIŞ'ê dijî Êzîdîyan.
Hefteya borî, herdu welatên Ewrupî damezrandina tîmeke vekolînê ya hevbeş ragihand da ku tawanên mirovahîyê û yên şer ku ji alîyê çekdarên biyanî yên DAIŞ'ê dijî Êzîdîyan li Îraq û Sûrîyê vekolîn bike.
Hewildanên herdu welatan niha di çarçoveya Ajansa Yekîtîya Ewrupa ya Hevkarîya Dadwerîya Tawanî (Eurojust) de tên kirin. Ev rêxistin dibêje ku armanca vê tîma nû ew e ku karê wan bi awayekî rêkûpêk birêve biçe, bi taybet di warê danhev û parvekirina agahî û belgeyan de.
“Armanca vê tîmê ew ku terorîstên bîyanî destnîşan bike, ewên ku beşdarî tawanên navnetewî bûne, wekî jenosîd, tawanên dijî mirovahîyê û tawanên şer, bi giştî ewên ku li dijî endamên ola Êzîdî li dema şerê Îraq û Sûrîyê hatine kirin,” Eurojust di daxuyanîyekê de got.
Cabir Cindo, xwebexşê Êzîdî ku alîkarîya gelek jin û zarokên Êzîdî yên rizgarkirî kiriye, dibêje ku civaka Êzîdî vê gavê bi awayekî pir posîtîv dinirxîne.
“Gavên wisa hêvîyekê didin Êzîdîyan ku ewên tawan li dijî me kirine nikarin ji sîstema dadwerîyê birevin û dê jibo tawanên xwe yên hovane were ber lêpirsînê,” Cindo ji Dengê Amerîka re got.
Wî herwiha da zanîn ku gava Fransa û Swed “divê bibe handanek jibo welatên din li hundir û derveyê Ewrupayê ku hewilên xwe bikin yek bo pêkanîna dadwerîyê ji civaka Êzîdî re.”
Cindo diyar kir ku “hebûna hinekan ji wan tawankaran li Ewrupayê metirsîyeke rasterast e hember rizgarbûyên Êzîdî ku niha li wir dijîn.”
Pêkanîna Dadmendîyê
Terorîstên DAIŞ'ê di Tebaxa 2014'an de êrîşê bajarê Şingalê kir û dora 5,000 mêr û kurên Êzîdî kuşt. Ji bilî wan jî, bi hezaran jin û zarokên Êzîdî revandin û ew wekî koleyên seksî bikar anîn.
Tevî ku DAIŞ di Adara 2019an de di warê leşkerî de hate têkbirin, lê rêxistinên mafên mirov dibêjin hîn jî dora 3,000 jin û zarokên Êzîdî windayî dimînin.
Di Gulana 2021'ê de, tîmeke vekolînan ya Neteweyên Yekbûyî got ku “belgeyên zelal û berçav hene ku tawanên dijî gelê Êzîdî digihêjin asta jenodîsê.”
Elî Îso, rêvebirê rêxistina Êzdîna ku berevanîya mafên Êzîdîyan dike, dibêje ku “damezrandina vê tîmê ji alîyê Eurojust ve gaveke rasteqîn e ber bi dîtina wan terorîstên ku beşdarî jenosîda dijî Êzîdîyan bûn.”
“Niha em dikarin bibêjin ku terorîst, hinek ji wan revîyane Yekîtîya Ewrupa jî, nema êdî penagehekê dibînin piştî avakirina vê tîmê, jiber ku yek ji desthilatdarîyên wê ew e ku agahîyan derbarê bergumanan bide hev û ewê ev yek hevkarîya di navbera dezgehên zanyarî yên Yekîtîya Ewrupayê xurt bike,” Îso ji Dengê Amerîka re got.
Îso bang li welatên din kir ku rê li pêş bermayên rêxistina DAIŞ ya terorîst teng bikin, çi li Ewrupa, çi jî li Rojhilata Navîn û welatên din.
Hêjayî gotinê ye ku di meha Mijdara borî de Almanya welatîyekî Îraqî jiber tawanên wî li dijî Êzîdîyan da dadgehkirin û cezayê zindana heta hetayî lê birî.
Şeş Salan Dereng
Hinek pispor dibêjin, tevî ku damezrandina vê tîmê pêşketinek girîng e, lê ew şeş salan dereng hatîye.
Seth Frantzman, nivîskarê pirtûka “Piştî DAIŞ”, dibêje tawanên hovane yên DAIŞ û jenosîd ji sala 2015'an ve hatine belge kirin, dema ku gorên bi kom li Şingalê û derdora wê.
“Eger şeş sal derbas bûn heta ku karekî hêsan were kirin, tê wê wateyê ku gelek belge nema ne, bîrewrî kêm bûye û bi hezaran Êzîdîyên windayî jî dibe ku neyên dîtin, û tawankarên DAIŞê jî destpê kirine ku dîsa têkevin nav civakên ku jê hatibûn,” Frantzman ji Dengê Amerîka re got.
Lê belê, wê da zanîn ku “eger ev tîm karibe çend darizandinên sembolîk lidar bixe, ew hêja be. Girîng e ku arşîv jibo îfadeyên rizgarbûyan were çêkirin û qurbanîyên DAIŞ werin bibîrxistin û were dîyar kirin ku tawankar divê werin ber lêpirsînê.”