Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdozgerîya Komarî ya Dadgeha Bilind bo Girtina HDP'ê Doza Duyê Vekir


Bekir Şahîn
Bekir Şahîn

Serdozgerîya Komarî ya Dadgeha Bilind ya Tirkîyê (Yargitay) cara duyê jibo girtina Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) doz vekir.

Serdozgerê Yargitayê Bekir Şahîn îdianameyeke ku 850 rûpelan pêk tê, hinart Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê.

Dozger di îdianameyê de ji bilî girtina HDP’ê, ji dadgehê dixwaze ku 500 sîyasetvanên HDP’ê ji qada sîyasetê qedexe bike û dewlet dest deyne ser pereyên HDP’ê yên di bankeyan de.

Şahîn jibo girtina HDPê di 17’ê Adarê de îdîaname şandibû Dadgeha Qanûna Bingehîn, lê dadgehê di 31’ê Adarê de îdianameyê li wî vegerandibû ku kemahîya belgeyan û delîlan temam bik.

''Dadgeha Qanûna Bingehîn jibo temamkirina delîlan dosyayê li me vegerandibû. Me di delîlên ku di dosyayê de zêde kirin de nîşan da ku ev partî bûye navenda çalakîyên li dijî yekîtîya welêt û mîlet,” Şahîn di daxuyanîya nivîskî de got.

Wî bi berdewamî îdia kir ku çalakîyên HDP’ê li dijî serxwebûna dewletê û herwiha li dijî yekîtîya milet û welat e.

“HDP’ê li dijî mafê mirovan sûc kiriye, bûye bingeha wan sûcan yan jî endamên xwe teşwîqî van sûcan kiriye. Em giheştin wê nêrînê ku ji serokê partîyê heta endamên wê, kiryarên ku weke sûc in pejirandine.’’

KHF_06_07_2021_Girtina_HDP
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:39 0:00

XS
SM
MD
LG