Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şirovekirina Serhildana Kurt Ya Çekdarên Wagner Li Rûsyayê


Endamên Wagnerê xwe ji bo vekişîna ji bajarê Rostov amade dikin
Endamên Wagnerê xwe ji bo vekişîna ji bajarê Rostov amade dikin

Çeteyên Grûpa Wagner ya Rûsî şeva borî ji bajarê Rostov ê başûrê Rûsyayê vekişiyan piştî ku meşa xwe ber bi Moskoyê ve rawestand li gorî rêkeftinekê ku rikeberiyeke bêhempa li hember desthilata serok Vladimir Putin pûç kir.

Li gorî rêkeftina bi navbeynkariya serokê Belarûs Alexander Lukashenko, şervanên Wagner vegeriyan baregehên xwe li beramber piştrastkirina ewlehiya wan û serokê wan Yevgeny Prigozhin ku dê biçe Belarûsê.

Lê wê serhildana kurt pirsên mezin derbarê desthiladariya Putin li welatekî ku ew zêdetirî bîst salan e bi destekî hesinî hukim dike, derxistin holê. Şirovekar dibêjin wê "efsaneya" yekîtiya Rûsyayê şikand.

Ji bo şirovekirina bêhtir li dor vê mijarê Dengê Amerîka mêvandariya du mêvanan kir; mamoste Memê Memoyî, serokê revenda Kurdistanî li Sovyeta Berê û Asyayê ku li Rûsyayê dimîne û mamoste Salih Cefer nivîskar û şirovekarê siyasî ku ji Holendayê dimîne.

Memoyî got,”Bi rastî rewşeke gelekî awarte li herêma başûrê Rûsyayê çê bû û vê rewşê di warê psîkolojî û aramaiya jiyana xelkê sivîl de tesîr (bandor) hebû. Miletê Rûsya miletekî welatparêz e, ji welatê xwe hez dike û hemî çaverêbûn ku ev yek bi aramî derbas be. “

Memomyî ku li bajarê Stavropol yê nêzîkî bajarê Rostov dimîne, dibêje tiştê bûyî nakokiyeke di navbera serokê Wagnerê û wezîrê berevaniyê de derket pêş, ne di navbera Prigozhin û Putin de.

Ew bawer e ku “destên îstîxbaratên derve di nav vê tevgera Wagner de hebûn û heta di warê madî de jî palpiştî bi wan re bûye. “

Tê zanîn ku ta niha ti belge yan raport nînin ku van îdîayên birêz Memomyî piştrast dikin.

Cefer ji aliyê xwe ve bal kişand ser wê yekê ku Wagner nimûneya hebûna rêxistinên li derveyî dezgehên dewletê ye li hin welatên (ne demokrat) wek Rûsyayê. Li gor Cefer, ev cûre rêxistin her tişt ji wan tê pêşbînîkirin.

Li dor helwesta Rojava li dor serhildana kurt ya Wagnerê, Cefer got ku “ Helwesta dewletên Rojavayî normal bû. Ew dizanin ku ew tiştekî ne mezin bû û ti bandorê li rewşa heyî nake. “

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvîna li gel Memê Memoyî û Salih Cefer, fayla deng veke.

Hin agahiyên vê raportê ji Reutersê hatine wergirtin

Meme Memoyi and Salih Jaafar 6-25-2023.m4a
please wait

No media source currently available

0:00 0:17:48 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG