Pêwendiyên her du hevalbendên NATO Amerîka û Tirkiyê di van rojên dawî de rastî hin girjiyan hatin, piştî ku Amerîka ceza dan ser du wezêrên Tirkiyê.
Berê van girjiyan li ku ye û gelo wê bigihe radeyekê ku Tirkiyê ji hevalbendiya NATO derkeve û berê xwe bide Rûsya û Çînê?
Amerîka ta kîjan astê amade ye dest ji hevalbendeka girîng li herêma Rojhilata Navîn berde?
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê babetê:
Mustefa Ozçelîk, serokê Partiya Azadiya Kurdistanê ku li Tirkiyê dimîne û Kawa Azîzî, şîrovekarê siyasî ku li Herêma Kurdistan Îraqê dimîne.
Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin: