Çavdêriya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan, ku bingeh li Londonê ye, dibêje hêzên hikûmeta Sûriyê û hevalbendên wan di huşdariyekê de ne ji tirsa ku Amerîka êrîşeka leşkerî pêk bîne.
Ev amadekarî û metirsî di demekê de tên ku serokê Amerîka tolvedanek leşkerî ya nêzîk dide ber çavan wek bersiv bo êrîşa kîmawî ya dijî sivîlên bajarê Dûma, roja Şemiyê.
Pêşbîniya êrîşeke Amerîkî ji aliyê xelk û çavdêrên herêmê ve çawa dibe?
Êrîşa Amerîka, eger bibe, dê çi guhertinê li ser erdê bike?
Welatên herêmî ta kîjan li ser êrîşeke wiha astê erê dikin?
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan vê babetê şîrove dike:
Fethella Huseynî, endamê serkirdayetiya Partiya Çep a Kurdî Sûrî ku li Herêma Kurdistana Îraqê dimîne û Ehmed Qasim, şîrovekarê siyasî ku li Tirkiyê dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernamê fayla deng vekin