Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Bang li Welatan Dike Da Ku Welatîyên Xwe ji Sûrîyê Vegerînin


Dîmeneke kampa Holê (arşîv).
Dîmeneke kampa Holê (arşîv).

Amerîka bang li welatên din dike ku ew jî wekî wê welatîyên xwe ji girtîgeh û kampên bakurê rojhilatê Sûrîyê derxînin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Sêşemê got ku Amerîka 11 welatîyên Amerîkî ji bakurê rojhilatê Sûrîyê vegerandîye, di nav wan de pênc sîpe jî bûn.

Karbidestên Amerîkî dibêjin wan heta niha dora 50 welatîyên Amerîkî ji Sûrîyê derxistine, lê ne xuya ye çend Amerîkî li bakurê rojhilatê Sûrîyê hîn girtî ne.

Wekî beşek ji operasyona vê dawîyê, Amerîka got ku wê herwiha alîkarîya vegerandina çend welatîyên Kanadî, Holendî û Finlandî jî kiriye.

Ji dema têkbirina leşkerî ya rêxistina DAIŞ’ê di sala 2019’an de, bi hezaran çekdarên biyanî û malbatên wan ji çend girtîgeh û kampên jêr kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) girtî ne. Di nav girtîyan de bi hezaran welatîyên Sûrî û Îraqî jî hene ku li jêr desthilata DAIŞ’ê bûn dema ku hinek beşên Sûrîyê û Îraqê kontrol dikir.

Li gor karbidestên Kurd li Sûrîyê, dora 43 hezar kes li kampa Holê dijîn. Piranîya wan Îraqî û Sûrî ne, lê çend hezar ji wan ji 60 welatên din hatine.

Bi hezaran Îraqî ji kampê hatine derxistin piştî kordînasyonê ligel hikûmeta Îraqî. Hejmareke mezin ji Sûrîyan jî hatine dexistin bi rîya rêkeftinên di navbera HSD û êlên Ereban.

Li vê dema ku çend welatên din jin û zarokên girêdayî DAIŞ'ê ji du kampên bakur û rojhilatê Sûrîyê derxistine, karbidestên Amerîkî bang li wan dikin ku hewilên vegerandina wan bileztir bikin.

“Çareserîya xurt ya bitenê jibo vê krîza mirovahî û ewlekarî li van kampên derbider û girtîgehan li bakur û rojhilatê Sûrîyê ew e ku welat êdî welatîyên xwe ji wir derxîne, wan vegerîne, û eger were xwestin li ser kiryarên şaş muhasebe bike,” Blinken got û careke din pabendbûna Amerîkayê jibo alîkarîya welatên din di derxistina welatîyên xwe de ji Sûrîyê nîşan da.

Colin Clarke, rêvebirê lêkolînê li Navenda Soufan li New York, dibêje ku ev vegerandina vê dawîya ya Amerîka gaveke girîng e, “lê ez ne vi tevahî hêvîdar im ku ewê welatên din han bide ku hewilên xwe zêde bikin.”

Colin Clarke
Colin Clarke

“Li gelek welatan, di nav de jî yên Rojavayî, vegerandina wekî mijareke ne gelekî di warê siyasî de dimîne û tiştek e ku siyasetvan bawer dikin dikare wan lawaz bike. Ev yek bi taybetî li hinek welatên Ewrupayê heye ku li wir populîzma partîyên rastgir di çend salên dawî de serdest bûye,” wî ji Dengê Amerîka re got.

Rêxistinên mafên mirov dibêjin ku rewşa kampa Holê di warê mirovahî de xirab bûye. Li kampê hejmareke mezin ya bûyerên ewlekarî çêbûne û bûne sedema mirina gelek sivîlan.

Dadgeha Xwecihî

Karbidestên Rêvebirîya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê dibêjin lê vê dema ku vegerandina hemû welatîyên biyanî ne pêkan e, pêdivî heye ku dadgeheke xwecihî çekdarên DAIŞ'ê yên biyanî li bakur û rojhilatê Sûrîyê bide darizandin.

Lê Arron Zelin, lêkolerê Enstituya Washington, dibêje ev pêşniyar ne di cihê xwe de ye.

Aaron Zelin
Aaron Zelin

“Ewê qet nebe. Ez nizanim çima Rêvebirîya Xweser bi berdewamî behsa vê dikin. Herêma wan li ser asta navnetewî ne pênasînkirî ye û welat naxwazin welatîyên wan ji alîyê hinek dadweran ve werin darizandin ku dibe di vî warî de nehatine perwerdekirin, bi taybet ku herêma wan ne pênasînkirî ye,” Zelin ji Dengê Amerîka got.

Clarke jî got ku pêşniyara Kurdan jibo darizandina çekdarên DAIŞ yên biyanî mînakeke baş e jibo durûtîya vê meseleyê.

“Li alîyekê, hinek welat vê pêşniyarê protesto dikin û balê dikişînin ser xembarîyên girêdayî mafên mirov, lê di heman demê de qebûl nakin ku van kesan ji wir derxînin û vegerînin welatên wan,” Clarke diyar kir.

Egera Vegera DAIŞ

Ligel hebûna 900 leşkerên Amerîkî li bakur û rojhilatê Sûrîyê, Amerîka alîkarîya şervanên HSDê dike ku şerê bermayên DAIŞ li rojhilatê Sûrîyê bidomînin. Lê di mehên dawî de, mîlîtanên ser bi DAIŞ'ê ve asta êrîşên xwe dijî HDS û hêzên ser bi rejîma Serok Beşar Esed li rojhilat û naverasta Sûrîyê zêde kirine.

Tirs heye ku vegera DAIŞ'ê li rojhilatê Sûrîyê ziyanê li rewşa girtîgeh û kampan li deverê bike.

“Ez bawer dikim xelk girîngîya vê rastîyê kêm dibînin ku ew dever ne gelekî seqamgîr e û gelek tişt li wir diqewimin. Amerîka hergav li wir namîne, û hizreke sade ye ku mirov tersî vê yêk bêje,” lêkoler Zelin got.

Wî herwiha dîyar kir ku Tirkîyê, ya ku HSD'ê wekî rêxistineke terorîst dibîne, dê êrîşî Kurdan bike eger Amerîka ji deverê vekişî.

“Wê çi bi zindanan were? Tirkîyê pasevanîya wan nake. Ne xema rejîma Esed e ku çi bi wan were. DAIŞ wê karibe xelkê ne tenê ji kampan, lê belê ji zindanan jî derxîne,” Zelin got.

XS
SM
MD
LG