Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka, Misir û Qatar Bersîva Hamas Derbarê Pêşnîyara Agirbestê Dinirxînin


Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken 11'ê Hezîranê beşdarî konferansekê jibo alîkarîya mirovahî bo Gazayê li Urdunê bû.
Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken 11'ê Hezîranê beşdarî konferansekê jibo alîkarîya mirovahî bo Gazayê li Urdunê bû.

Amerîka, Qatar û Misir bersîva Hamasê ya li ser pêşnîyara agirbesta li Gazayê dinirxînin, li gor ragihandina karbidestan.

John Kirby, Şêwirmendê Ragihandina Ewlekarîya Neteweyî ya Qesra Sipî li ser mijarê ji rojnamevanan re axivî.

Kirby ragihand ku Hamas roja Sêşemê bersîva xwe radestî Qatar û Misirê kiriye û Amerîka hizir dike ku bersîv ji hêla rêberê Hamasê li Gaza Yahya Sînwar ve hatiye pejirandin.

Kirby red kir ku zêdetir hûrgilîyan eşkere bike, jiber ku xeterîya têkçûna pêvajoya danûstandinan heye.

"Li vir gelek xalên ku didomin, gelek tişt di xeterîyê de ne, û bi rastî, ya herî girîng - jiyana van dîlan û malbatên wan e. Divê em di axaftinên xwe de pir, pir baldar bin, ku ka em çi û çawa dibêjin," Kirby got.

Li gor Hamas û koma çekdar Cîhada Îslamî, ew "jibo rewastîneke tevahî ya şer" amade ne ku "bi awayekî erênî danûstandinan bikin da ku peymanek derkeve holê."

"Bersîva Hamasê helwesta komê careke din pejirand ku her peyman divê destdirêjîya ziyonîstan ya ser gelê me bi dawî bike, hêzên Îsraîlî ji wir derxîne, Gazayê jinûve ava bike û peymaneke cidî ya pevguhertina girtîyan tê de be," karbidestekî Hamasê got.

Serokê Amerîkî Joe Biden hûrgiliyên pêşnîyara agirbestê di hefteya borî eşkere kiribû; li vê dema ku ew û karbidestên din yên Amerîkî bi dubarekî destnîşan dikin ku ev pêşnîyara Îsraîlê ye.

Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken jî do Sêşemê got ku Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu pabendbûna xwe ser peymanê dîsa dîyar kiriye.

Şerê ku ev bêtirî 8 mehan dirêj dike hate holê piştî ku koma Hamasê êrîşek 7ê Cotmehê êrîşek li başûrê Îsraîlê pêk anî. Di encama wê êrîşê de 1200 Îsraîlî hatin kuştin ku piranîya wan sivîl bûn. Hamasê herwiha dora 250 kes kirin dîl ku 116 ji wan hîn li Gazayê girtî ne. Artêşa Îsraîlî dibêje 41 ji wan hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG