Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hewlên Blinken bo Agirbesta Îsraîl û Hamasê Didomin


Dîmenek ji navenda Kerta Gaza, 9 Hezîran, 2024
Dîmenek ji navenda Kerta Gaza, 9 Hezîran, 2024

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Sêşemê li Tel Avîvê dîyar kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu pabendbûna xwe ya ser bi pêşnîyara agirbesta çend-qonaxî li Gaza dubare kiriye û tenê Hamas maye ku hîn ew plan qebûl nekiriye.

"Dengê her kesî erê ye, ji bilî dengekî, û ew jî yê Hamasê ye. Girêdayê Hamasê ye ku ev pêşnîyara pêşve here yan na," Blinken ji rojnamevanan re got.

dîplomatê Amerîkî ragihand ku pejirandina Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji pêşnîyara Amerîka ya agirbestê re zelal kiriye ku cîhan li vê yekê digere, ya ku tê de bang li Îsraîl û Hamasê dike ku peymana agirbestê bi cîh bînin.

Piştî pejirandina bi 140 dengan, Hamasê bi daxuyanîyekê pêşwazîya biryarê kir ku Civata NY "agirbesteke domdar li Gazayê pejirandiye."

Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY)
Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY)

Koma çekdar ku Amerîka wê wekî rêxistineke terorîst dibîne, herwiha dilxwazîya xwe dîyar kir, jibo beşdarbûna danûstandinên nerasterast ser bicîhanîna prensîpên agirbestekê "ku li gor daxwazên gelê me û berxwedanê be."

Blinken daxuyanîya Hamasê wek "nîşanek hêvîdar," binav kir, lê got xala ku niha girîng e ,"peyva ji Gaza û ji seroktîya Hamasê li Gaza ye."

"Em li benda bersîva Hamasê ne, ku wê ji me re ser tiştên ku ew çi dixwazin, li çi digerin, li kê dinêrin, dîyar bike," wî got.

Blinken li Tel Avîvê bi Benny Gantz re jî hevdîtin kir. Gantz roja Yekşemê ji hikûmeta şer ya Netanyahu vekişîya û got ku Netanyahu şer xelet birêve dibe.

Ew herwiha bi rêberê opozîsyonê Yair Lapid re civîya.

Hem Gantz û hem jî Lapid piştî hevdîtinên bi Blinken re, li ser X’ê pêvidîya peydakirina peymaneke agirbestê li Gaza destnîşan kir.

Wezîrê Amerîkî piştre ligel malbatên hin dîlên ku li Gaza di destê Hamasê de ne hevdîtinek kurt pêk anî.

Blinken ji wan re biryardarîya Amerîka ya azadkirina dîlan, dîyar kir û got ku jibo vê yekê agirbesta pêşniyarkirî "rêya herî baş ya e."

Pêşnîyara agirbesta li Gaza ji alîyê serokê Amerîkayê Joe Biden ve di 31’ê Gulanê de hat ragihandin ku ji sê qonaxan pêk tê.

Di qonaxa yekê de, rawestîna şer, berdana hin dîlan, berdana girtîyên Filîstînî, zêdekirina alîkarîya jibo Filîstînîyan, vekişîna hêzên Îsraîlî ji herêmên niştecihbûyî yên Gazayê û vegera sivîlên Filîstînî bo mal û warên xwe, têne pêşnîyar kirin.

Di qonaxa duyê de, rawestîna domdar ya şer tê pêşbînî kirin; di berdêla berdana hemû dîlên mayî yên di destê Hmasê de û vekişîna tam ya hêzên Îsraîlî ji Gazayê.

Di qonaxa sîyan de, jinûavakirina Kerta Gaza planeke pir salî tê pêşnîyar kirin, ku piranîya wê jiber bombebarana heşt mehan ya Îsraîlê wêran bûye.

Hevdem, wê cenazayên dîlên mirî yên hîn li Gazayê mane werin vegerandin bo Îsraîlê.

Li gor hejmarên fermî yên Îsraîlê, êrîşa terorîstî ya Hamasê ya 7’ê Cotmehê li Îsraîlê bû sedema kuştina nêzî 1200 kesan ku piranîya wan sivîl bûn.
Çekdarên Hamasê herwiha dora 250 kes wek dîl revandin, ku 116 ji wan kerta Gaza mane û artêşa Îsraîlê dibêje 41 ji wan hatine kuştin.

Îsraîlê wek bersîv dest bi êrîşên leşkerî kir. Li gor wezareta saxlemîya Gaza di êrîşên Îsraîlê heya niha zêdetirî 37 hezar Filîstînî hatine kuştin, ku ku di jimarên xwe de cudahîyê nake navbera çekdar û sivîlan.

Bersiva leşkerî ya Îsraîlê zêdetirî 37,000 Filistînî kuştine, li gorî Wezareta Saxlemî ya Gazayê, ku di hejmarên xwe de cudahiyê naxe navbera çekdar û sivîlan.

XS
SM
MD
LG